Parlamentoya Iraqê ji bo çavdêriya karên madeya 140 lijneyeke 27 kesî pêk anî

23 July 2023 16:38 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê ji bo çavdêriya karên madeya 140 lijneyeke 27 kesî pêk anî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Parlamentoya Iraqê lijneyek ji bo bicihkirina karên madeya 140 a destûra daîmî ya Iraqê pêk anî û lijneyê yekem civîna xwe li dar xist.

Hat zanîn ku lijne 27 endamên parlamentoyê pêk hatiye û lijneyeke demkî ye ya çavdêrîkirina karên lijneyên hikûmetê yên madeya 140 û qerebûkirina madî ya madeya 140 li xwe digire.

Li aliyê din îro 23yê Tîrmehê nûnerê cotkarên gundên Topzawa ya Kerkûkê Satî Nasih ku beşek zeviyên wan nakokî li ser heye, ragihandiye ku bi giştî ji 27 endamên lijneyê hene, ji derveyî serokê lijneyê, tenê du endamên wê kurd in.

Hate zanîn ku di lijneyê de du endamên Parlamentoyê Tirkmenên Kerkûkê ne û çar endamên parlamentoyê jî erebên Kerkûkê ne û di nav wan 27 kesan de tenê yek parlamenterê kurd ê Kerkûkê jî nîne.