Pêsnûmeya budçeyê li Parlamentoya Iraqê hat qebûlkirin

12 June 2023 09:40 0 dîtin
Pêsnûmeya budçeyê li Parlamentoya Iraqê hat qebûlkirin

PeyamaKurd Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya budçeya salên 2023-2024-2025 pesend kir

Di rûniştina çaremîn de ku 229 parlementer beşdar bûn de, xalên ku nehatine dengdanê bi dawî bûn. Di danişînê de hin xal ji pêşnûmeyê hatin derxistin, hin tiştên nû hatin zêdekirin.

Di rûniştinê de madeyên 16, 17 û 43 hatin qebûlkirin, xala 42. ji pêşnûmeyê hat derxistin. Madeya herî nakoka 15. ku li ser karkirina 150 hezar kesan li seranserê Iraqê bi mûçeyê mehane 300 hezar dînar bi girêbestê bo 3 salan, piştî navberê hat qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Parlamentoya Iraqê, 6 madeyên nû li projeyasaya qanûnê hatin zêdekirin. Ev; di budçeya dadweriyê de beşên wek desthilata rêveberiyên zanîngehan ji bo vekirina hesabên dolaran li bankê û îmzekirina peymanan bi sektora taybet re heye. Herwiha ji bo redkirina hemû madeyên ku bi naveroka proje yasaya budçeyê re hevdu nagirin, madeyek li pêşnûmeyê hat zêdekirin.

Di encamê de xalên 4, 22, 42 û 64 bi temamî ji pêşnûmeyê hatin derxistin.

Pêşnûme bi piraniya dengan ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin.