Madeya piska Herêma Kurdistanê ya budçeya Iraqê hat pesendkirin
PeyamaKurd – Di dengdana Lîjneya Darayî ya Parlemantoya Iraqê madeya 11an a projeyasaya budçeya giştî ya îsal a Iraqê ku madeya taybet a beşa budçeya Herêma Kurdistanê ye hat pesendkirin.
Biryarderê Lîjneya Darayî ya Parlementoya Iraqê Ehmed Sefar di hevpeyvînekê de ji bo K24ê ragihand, lijneya darayî di civîna xwe de madeya 11 ku taybet e bi mafên darayî yên Herêma Kurdistanê pesend kiriye.
Biryare piştî civîna lîjneya darayî ya Parlementoya Iraqê, projeyasa ji bo parlementoya Iraqê were şandin û li wir bikeve dengdanê.
Herwiha li aliyekî din civînek di navbera serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan birêve diçe ji bo derbaskirina budçeya sala 2021ê ya Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin