Sûdanî: Piska Herêma Kurdistanê ya budçeyê hate sandin

01 August 2023 21:03 0 dîtin
Sûdanî: Piska Herêma Kurdistanê ya budçeyê hate sandin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro sêşemê 1ê Tebaxê eşkere kir ku pişka vê mehê ya budçeya Herêma Kurdistanê hatiye şandin.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî got, Herêma Kurdistanê rojane 55 hezar bermîl petrol ji bo bikaranîna navxweyî dide Hikûmeta Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku li ser asta ewlehiyê, hevahengiyeke mezin di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û wan kariye komeke mezin a spîkirina pereyan li Hewlêrê desteser bikin.