Vîyan Sebrî: Radestkirina hemû petrola Kurdistanê tê xwestin, ev nayê qebûlkirin

07 February 2021 12:47 0 dîtin
Vîyan Sebrî: Radestkirina hemû petrola Kurdistanê tê xwestin, ev nayê qebûlkirin

PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî, beriya serdana dawî ya Şanda Danûstandinkar a Bexdayê bal kişand ser sedemên pêk nehatina rêkeftina li ser budçeya sala 2021ê û heqên Kurdistanê û got, 7 îhtimal hene.

Sebrî piştî li ser civîna ligel Şanda Danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Li gor civîna dawî ya li gel Birêz Qubad Talebanî, 7 îhtimal hene ku daxwaza radestkirina hemû petrola Kurdistanê jî tê kirin ku ev ne destûrî ye û nayê qebûlkirin”

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê, Qubad Talebanî gotibû: “Beşa budçeya Herêma Kurdistanê ji hemû budçeya Iraqê tenê %5 hatiye diyarkirin. Herêma Kurdistanê amade ye hemû pabendiyên xwe, ligel hikûmeta federal cîbicî bike, çi rojane hinardekirina 250 hezar bermîl petrol be, yan dahata deriyan be, li beramber ku divê pişka Herêma Kurdistanê bê dan. Tiştê Wezîrê Petrola Iraqê jî behs kir, derbarê girêdana hemû petrola Herêma Kurdistanê bi yek rêveberiyê û ser bi hikûmeta federal be ku daxwazeke nedestûrî ye.”

Li aliyê din Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoyê li hev kiriye ku yasaya budçeya federal a 2021ê bêyî rêkeftina li ser beşa budçeya Herêma Kurdistanê naçe ber dengdanê. Lê belê piraniya aliyên siyasî yên Şîe fişarê dikin ku projeyasaya budçeyê bilez bêyî diyarkirina mafên Herêma Kurdistanê were pesenkirin.