Dr. Viyan Sebrî: Herêma Kurdistanê û Iraq li ser budçeyê gihistin rêkeftinê
PeyamaKurd – Hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê, di derbarê budçeya Herêma Kurdistanê de gihiştin rêkeftinê.
Li gor Seroka fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Viyan Sebrî daye zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derbarê budçeyê de gihiştin rêkeftinê.
Herwiha destnîşan kir: ‘‘Ev rêkeftin berdewama rêkeftina sala borî ye.’’
Viyan Sebrî da zanîn: ‘‘Biryar e Serokwezîrê Iraqê civînekê ligel kutleyên siyasî bike, bo li Parlamentoya Iraqê ew budçe deng li ser bê dayîn.’’
Ji roja 03.12.2020ê ve şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, li Bexda ya paytexta Iraqê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin