Viyan Sebrî: Civînên sandeyên danûstankar ên Herêma Kurdistanê li Bexdayê erênî ne

02 February 2021 14:00 0 dîtin
Viyan Sebrî: Civînên sandeyên danûstankar ên Herêma Kurdistanê li Bexdayê erênî ne

PeyamaKurd – Derbarê guftûgo û civînên şandeyên danûstankar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê axivî û got, guftûgo û civînên şandeyên danûstankar, erênî ne.

Li gor Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî daye zanîn: ‘‘Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû amar û data û hûrgilî danîne pêş lijneyê.’’

Viyan Sebrî diyar kiriye, ‘‘Heta niha civînên şandeya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê erênî ye.’’

Herwiha Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam pêbende bi destûr û fraksiyon jî piştevaniya xalên 10 û 11 ên taybet derbarê beşa budçeya Herêma Kurdistanê ya di projeyasaya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê de dike.

Roja 31.01.2021ê şandeya danûstankara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bo guftûgoyên dawiyê yên derbarê projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê û beşa budçeya Herêma Kurdistanê de helwêstê Hewlêrê bigihîne Bexdayê serdana paytexta Iraqê kir.