Viyan Sebrî: Ti behaneyeke Bexdayê nemaye...

26 July 2023 19:53 0 dîtin
Viyan Sebrî: Ti behaneyeke Bexdayê nemaye...

PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û berpirsyariyên xwe li hember Hikûmeta Iraqê bicih anîne û ti bihaneyek ji bo neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nemaye.

Viyan Sebrî diyar kir, heta îro rênimayên Wezareta Darayî li ser bicihkirina yasaya budceya giştî ya federal ji bo salên 2023, 2024 û 2025an nehatine derkirin, hevahengî di navbera Wezareta Darayî û aliyên pêwendîdar de ji bo vê mebestê tune ye.

Sebrî li ser encama serdanên borî yên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, da zanîn, encamên baş ên serdanan hebûn û hemû erk û berpirsyariyên di yasaya budceyê de li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin, hatine bicihkirin.

Viyan Sebrî got, “Heta beriya pesendkirina yasaya budceyê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dahatên petrol û derveyî petrolê bi awayekî şefaf ji bo Hikûmeta Iraqê eşkere kiriye, loma ti berpirsyariyek li ser milê Hikûmeta Herêmê nemaye.”

Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê bibîr xist, petrola Herêma Kurdistanê hinardeyî derve were kirin an neyê kirin, di yasaya budceyê de Hikûmeta Iraqê hatiye pêgîrkirin bi şandina mehane ji sedî 12.67ê para Herêma Kurdistanê ji budceyê ye.