Wezîrên derve yên Sûriye, Iraq û Îranê li Bexdayê civiyan
PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên Sûriye, Iraq û Îranê li Bexdayê ji bo civîneke sêalî ya derbarê Sûriyeyê de civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Araqçî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Bassam Sabbax ji bo civîna sêalî ya ku dê li Iraqê bê lidarxistin li Bexdayê ne.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên destpêkê bi hevtayê xwe yê Sûriyeyê re hevdîtinek pêk anî. Hat destnîşankirin ku Iraq û Sûriye dixwazin mekanîzmayekê ava bikin da ku bêîstîqrariya ji ber DAIŞê careke din çênebe.
Herdu wezîran daxwaz kir ku civîn bi awayekî taybet û ji çapemeniyê re girtî bê kirin.
Ji aliyê din ve tê plankirin ku Fuad Husên di saetên pêş de bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî re civîneke dualî pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin