Pakistan peyamê da Îranê: Em ne Iraq û Sûriye ne
PeyamaKurd - Serokê Komîteya Karûbarên Parastinê ya Senatoya Pakistanê Muşehid Husên Seyîd, êrişên rejîma Îranê yên li dijî Pakistanê şermezar kir.
Husên Seyîd destnîşan kir ku beriya êrîşa rejîma Îranê ya li dijî axa Pakistanê, weke welatekî cîran, bi Pakistaniyan re hesta hevgirtinê bi Îranê re hebûye lê belê êrîşa Îranê wek destdirêjiya li ser xaka Pakistanê û hewildaneke ji bo çewsandin û tirsandina Pakistanê hatiye dîtin.
Serokê Komîteya Parastinê Muşehid Husên Seyîd ji Iran Internationalê re wiha axivî:
"Weke tê zanîn di navbera Pakistan û Îranê de, di 2013yan de peymaneke ewlehiyê hate îmzekirin. Lê belê êrîşa ku Îranê kiriye binpêkirina vê peymanê û peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û yasayên navneteweyî ye. Lewre ev kiryar bi ti mantiqê re nagoncive. Ji ber ku di encamê de Îran bêhtir îzole bûye û ziyanê dîtiye. Welatên weke Pakistan, ku ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine, helwesteke exlaqî ya bilind nîşan dane. Loma, dema êrîşî me kirin, me jî bersiv da êrîşa wan. Mîna ku me di sala 2019an de bi Hindistanê re kir. Ev xeta me ya sor e. Em ne Iraq û Sûriye ne û ji vê xeta xwe ya sor venagerin.
"Hikûmeta veşartî êrîşê pêk anî"
Husên Seyîd da zanîn ku di demên dawî de li Îranê pirsgirêkên weke kêmasiyên ewlehiyê derketine holê, teqînên ku di merasîma bîranîna kuştina Fermandarê berê yê Pasdarên rejîma Îranê Qasim Silêmanî ya li Kirmanê rû da mînak nîşan da û got: "Ez wa dibînim ku êrîşa Îranê ya li ser axa Pakistanê, ji aliyê hikûmeta veşartî ya Îranê ve hate kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin