Pistî destbikarbûna hikûmeta nû ya Iraqê yekem sanda Kurdistanê diçe Bexdayê

03 November 2022 21:20 0 dîtin
Pistî destbikarbûna hikûmeta nû ya Iraqê yekem sanda Kurdistanê diçe Bexdayê

PeyamaKurd –Hat ragihandin ku şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser dosyeyên budçe, petrol û gazê serdana Bexdayê dike.

Hat zanîn ku yekem şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanê, roja Sêşema bê 8ê Mijdara 2022yan serdana Bexdayê dike û bi rayedarên hikûmeta Iraqê re dicive.

Hat diyarkirin ku mijarên sereke yên gotûbêjên navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, pirsa amadekirina budçeya sala 2023yan û dosyeya petrol û gazê ye.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihandibû ku ew bi cidî li ser kar dikin, da ku beriya betlaneya parlamentoyê, budçe were amadekirin.