Parlamentarê Iraqê: Hikûmeta nû pistî Cejna Remezanê tê avakirin

07 March 2022 01:19 0 dîtin
Parlamentarê Iraqê: Hikûmeta nû pistî Cejna Remezanê tê avakirin

PeyamaKurd – Li demeke ku hîn hilbijartinên serokomarê Iraqê li Parlamentoya Iraqê pêk nehatiye de, danûstandinên aliyên siyasî bo avakirina hikûmeta nû jî didomin.

Parlementerê Iraqî bi navê Yasir Wetût ji medyaya Iraqê re li ser pêkanîna hikûmeta nû daye xuyakirin, tekane astengiya li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû, hilbijartina serkomarê nû ye.

Yasir Wetût gotiye, piştî cejna Remezanê ango di meha Gulanê de, hikûmeta nû ya Iraqê wê bê avakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hilbijartinên Iraqê 10ê Cotmeha 2021ê hatibûn kirin û ev zêdetirî 5 meh çêbûne ku hikûmet nehatiye avakirin û serokomar jî nehatiye hilbijartin.

Herwiha bêyî hilbijartina serokomarê nû, xebatên pêkanîna hikûmetê li gorî yasayan ne mimkun e dest pê bikin.