Sûdanî bi parlamentarên Iraqê re bernameya hikûmeta bê gotûbêj kir

20 September 2022 20:35 0 dîtin
Sûdanî bi parlamentarên Iraqê re bernameya hikûmeta bê gotûbêj kir

PeyamaKurd – namzedê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Hemahengiyê bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê, Muhammed Şiya Sûdanî ku ji aliyê Tevgera Sedr ve namzediya wê hatibû redkirin, li Parlamentoya Iraqê bi hejmarek parlamenteran re bernameya hikûmetê gotûbêj kir.

Li gorî  ragihandina medya Iraqê, Sûdaniyê ku bi hinceta nêzîkbûna wî ya Nûrî Malikî ji aliyê Muqteda Sedr ve namzediya wî nayê qebûlkirin, li parlamentoyê bi hejmarek parlamenterên şîe re civiya.

Hat diyarkirin ku Sûdanî bi parlamenteran ra bernameya hikûmeta bê ya Iraqê gotûbêj kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê e, tevî ku 11 meh bi ser hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê de derbas bûne jî ji ber nakokiyên navbera aliyên şîre hikûmeta Iraqê nehatiye avakirin û hikûmeta veguhêz a bi seroktiya Mistefa Kazimî berdewam dike.

Ji bo destpêkirina proseya damezrandina hikûmetê pêwîste namzedê serokomariyê yê Kurd pêşî were hilbijartin û piştre jî serokomarê nû peywira avakirina hikûmetê bide namzedekî serokwezîrtiyê.