Serok Barzanî pêswazî li Letîf Resîd kir: Pistgirî dan bernameya hikûmeta Iraqê

15 November 2022 18:48 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Letîf Resîd kir: Pistgirî dan bernameya hikûmeta Iraqê

PeyamaKurd - Serok Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê li Pirmamê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.

Baregeha Barzanî piştî hevdîtinê ragihand ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên nava proseya siyasî û pêngavên hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Hat diyarkirin ku her du aliyan piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê û bicihkirina bernameya hikûmetê dubare kirin.

Herwiha di civînê de herdu aliyan ronahî hate xistin ser pêwendiyên Iraqê û welatan û civaka navdewletî û tekezî li rol û pêgeha Iraqê li navendên herêmî û navdewletî hate kirin û tekezî li wê hate kirin ku dûrî zimanê gefê, li ser binemaya diyalogê kêşe bêne çareserkirin.