Heyder: Letîf Resîd para YNKê ye, lê belê Serok Barzanî biryar da ew nûnertiya Kurdan bike

20 October 2022 09:40 0 dîtin
Heyder: Letîf Resîd para YNKê ye, lê belê Serok Barzanî biryar da ew nûnertiya Kurdan bike

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serok Barzanî Mesûd Heyder diyar kir, Fraksiyona YNKê, di rûniştina Parlamentoya Iraqê de dengê xwe da Berhem Salih. Rast e Letîf Reşîd ji YNKê bû, lê belê diyarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê biryara merciyê siyasî yê Kurdistanê Serok Barzanî bû û PDKê dengê xwe da wî.

Mesûd Heyder da zanîn: “Rastiyek heye ku girîng bû, ew jî ew e ku îradeya Kurdî diyar kir kî wê bibe serokomar. Ew jî li cem Cenabê Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji hemû tiştan girîngtir e ku ezmûna 2018an dubare nebe.”

Di berdewamiyê de Heyder destnîşan kir: “Letîf Reşîd para YNKê ye, lê belê Cenabê Serok Barzanî ew biryar da ku ew nûnertiya Kurdan bike.”

Herwiha di derbarê beşdarbûna di hikûmetê de destnîşan kir: “Tenê PDK û YNK beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin, %20ê postên wezaretan ji bo Kurdan hatiye danîn ku ew jî Wezarata Karên Derve, Wezareta Avakirinê, Wezareta Dadê û Wezareta Jîngehê ji bo Kurdan hatine danîn.”

Mesûd Heyder got: “Îradeya siyasî ji bo çareseriya kêşeyan girîng e, eger aliyên siyasî ji wan têgihiştinan paşve biçin, serokwezîr jî nikare wan cîbicî bike.”

Herî dawî li ser rêkeftina ligel Çarçoveya Hevahengiyê Mesûd Heyder diyar kir: “Rêkeftin hatiye nivîsandin, îmze li ser hatiye kirin, di rêkeftinê de tekezî li ser wan mijaran hatiye kirin ku Cenabê Serok Barzanî tekezî li ser wan kiriye, ew jî hevtêgihiştin, hevsengî û hevparî ye.”