Parlamentoya Belçîkayê ji bo komkujiya Êzîdiyan û tawanên DAISê dicive
PeyamaKurd - Parlamentoya Belçîkayê 15ê Tîrmehê, ji bo komkujiya Êzîdiyan û tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzîdî bi awayekî fermî weke jenosîd nas bike, dicive.
Beriya niha di 6ê Tîrmehê de Lijneya Pêwendiyên Karên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê, jenosîda Kurdên Êzîdî bi fermî nas kiribû û di pêngava duyem de jî di 15ê Tîrmeha 2021ê de, Parlamentoya Belçîkayê dê li ser vê mijarê bicive û tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzîdî bi awayekî fermî weke jenosîd nas bike.
Hêjayî gotinê ye, di destpêka vê mehê de Parlamentoya Holandayê jenosîda Kurdên Êzîdî bi fermî nas kir û heta niha 15 welat û rêxistinên cîhanî bi awayekî fermî jenosîda Êzîdiyan nas kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin