Parlamentoya Vîyenayê Komkujiya Helebceyê wek jenosîd nas kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Eyaleta Vîyena ya Awusturyayê, Komkujiya Helebceyê bi yekdengiya parlamenteran wek jenosîd nas kir.
Pêşnûmeya bo jenosîdnasîna Komkujiya Helebceyê ji aliyê Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê (SPO), Awusturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) ve hatibû pêşkeşkirin û 23yê Adarê hatibû qebûlkirin.
Di dengdana li ser pêşnûmeyê îro 24ê Adarê li parlamentoyê bi yekdengî hat pejirandin û Komkujiya Helebceyê bi fermî wek jenosîd hat naskirin.
Di daxuyaniya Parlamentoya Viyanayê ya li ser biryarê de, gotinên Parlamentera Kurd a Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ku di wergirtina biryarê de xebateke mezin kir jî cih girtin.
Hat gotin, di êrîşa bi gaza kîmyewî ya ku beriya 35 salan ji aliyê dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn ve hat kirin de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Parlamentera Partiya Keskan Berîvan Aslan jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Yekemîn car di dîroka siyasî ya Awusturyayê de komkujiya li ser Kurdan wek jenosîd hat naskirin. Îro ji bo kîmyabarana Helebceyê ku wek komkujiya li ser Kurdan bê naskirin, hemû partiyên Awusturyayê di dengdanê de piştgirî dan!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin