Parlamentoya Almanyayê Komkujiya Êzidiyan bi fermî wek jenosîd nas kir

19 January 2023 18:45 0 dîtin
Parlamentoya Almanyayê Komkujiya Êzidiyan bi fermî wek jenosîd nas kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Almanyaya Federal îro 19ê Çileyê 2023yan di dengdanê de, Komkujiya Kurdên Êzidî ya Şingalê wek jenosîd nas kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di civîna parlamentoyê de got: “Divê rê li ber dubarebûna komkujiyên wiha bê girtin û Almanya bi giştî vê komkujiyê wek jenosîd qebûl dike.”

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û şanda Kurdên Êzidî jî di civînê jenosîd nasandina Komkujiya Êzidiyan de amadehî kir.

Bi biryara Parlamentoya Almanya ya jenosîd nasandina Komkujiya Êzidiyan re hejmara welatên ku bi fermî komkujiya Êzidiyan nas kirine gihîşt 13 welatan.

Komkujiya Şingalê ya Kurdên Êzidî

Di êrîşa 2014an a terorîstên DAIŞê ya hovane de ku li ser Şingalê hatibû kirin de, ji bilî kuştina bi hezaran kesan, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî jî ku piraniya wan keç û jin û zarok bûn hatibûn revandin.

Heta niha 83 gorên bi kom hatine dîtin. Herwiha DAIŞê 68 goristan û perestgehên Kurdên Êzidî ji nav birine û wêran kirine.

Di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ligel wê jî nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî aware bûne û piraniya wan venegeriyane cih û warê xwe û hê jî di nav kampan de di rewşeke dijwar de dijîn.

Heta niha bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3562 revandiyên Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin ku hê jî beşek mezin ji revandiyan winda ne û çarenivîsa wan nayê zanîn.