Sandeke Parlamentoya Kurdistanê bi vexwendineke fermî diçe Almanyayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser vexwendina Almanyayê serdana Almanya dike û hejmarek hevdîtinan pêk tîne.
Serokê lijneya pêwendiyên derve û rewenda Kurdistanê Dr. Rêbwar Babkeyî ji medya Kurdistanê re raghand: “Ji aliyê welatê Almanya ve dewetname bo me hatiye û roja 30.06.2022yê şandeyeke lijneya pêwendiyên derve ya Parlamentoya Kurdistanê em ê serdana wî welatî bikin.”
Rêbwar Babkeyî got: “Armanca serdanê çend xal in, ji wan jî gotûbêjkirina pêwendiyên Parlamentoya Kurdistanê li gel Cîgirê Serokê Parlamentoya Almanya û parlamenterên wê, herwiha serdana kampa penaberan û gotûbêjkirina rewşa penaberên kurd li gel berpirsên îdarî yên kampên wî welatî.”
Babkeyî da zanîn, ew ê ligel rewenda Kurdistanî ya li welatê Almanyayê jî bicivin, ji bo nêzîk ve agahdarê rewş û pirsgirêkên wan bibin û herwiha ew dê serdana nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Almanya jî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin