Sandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana welatên Ewropayê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Komîsyona Pêwendiyan û Dîasporaya Kurdistanê ji bo li ser pirsa koçberan hevdîtinan bike, serdana welatên ewropî dike.
Komîsyona Pêwendiyan û Dîasporaya kurdistanê ya Parlamentoyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di serdanê de, bi alî û nûnerên siyasî yên welatên Ewropayê re bicivin û bi taybet rewşa koçberên Kurd ên ser sînorên Polonya-Belarûsê gotûbêj bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji ber berdewama krîza koçberan wan biryara vê serdanê wergirtiye û piştî serdanê jî wê li Parlamentoya Kurdistanê civîneke taybet li ser mijara koçbera were lidarxistin.
Li aliyê din, vegera koçberên Kurd ên ser sînorên Polonya-Belarûsê berdewam dike ku roja Pêncşemê yekem karwan vegeriyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin