Parlamentoya Kurdistanê wê 3yê Tebaxê wekî 'Roja Komkujiya Êzidiyan' ragihîne
PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê ku niha di bêhnvedana havînê de ye, wê ji bo ragihandina “Roja Komkujiya Êzîdiyan” bicive.
Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq bang li endamên parlementoya Kurdistanê kir bo civîna awarte ya roja 1 Tebaxa îsal kom bibin.
Rêwas Fayîq li ser naveroka civînê got, civîn dê li ser ragihandina roja 3yê Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” were kirin.
5 sal berê roja 3yê Tebaxa 2014an, terorîstên hovên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan kurdên êzîdî komkuj kirin, bi hezaran keç, jin û zarokên êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin