Brîtanyayê, komkujiya Kurdên Êzidî nas kir

01 August 2023 16:00 0 dîtin
Brîtanyayê, komkujiya Kurdên Êzidî nas kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji qada siyasî ya Brîtanyayê hat ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê, li ser malpera xwe ya fermî; ji bo komkujiya Kurdên Êzidî yên ji aliyê terorên IŞÎDê ve daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya navborî, hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku îro ji aliyê hikûmetê ve bi awayê fermî hat qebûlkirin ku rêxistina terorî ya IŞÎDê di sala 2014an de li dijî Êzidiyan komkujî kiriye.

Di derbarê biryarê de Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ehmed axivî û got ku

“Beriya 9 salan, xelkên Êzidî ji destê IŞÎDê gelek êşên mezin kişandin û bandora wê heta îro jî tê jiyankirin. Îro me biryareke dîrokî da ku li dijî Êzdiyan komkujî hatiye kirin. Ev biryar pabendbûna me xurt dike ku em piştrast bin ew dê tezmînateke guncaw bistînin û dadperweriyeke watedar bi dest bixin.”