Li Duhokê merasîma yadkirina salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî

04 August 2019 12:55 0 dîtin
Li Duhokê merasîma yadkirina salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî

PeyamaKurd - Li Duhokê bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Seroka Parlementoya Kurdistanê, Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û hejmarek beşdarên payebilind salvegera komkujiya Kurdên Êzdî tê bibîranîn.

Merasîma bibîranîna salvegera komkujiya Şingalê îro yekşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Rewas Fayeq, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û nûnerên çend welatên ku nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê heye û hejmarek kesayetan li Duhokê dest pê kir.

Merasîm bi dirûşma “Şingal ji jenosîda ber bi avabûn û jiyanê ve” tê sazkirin. Di merasîmê de çend gotar û çalakiyên hunerî tên pêşkeşkirin.