Îro 10. salvegera ' Komkujiya Êzidiyan' e

03 August 2024 11:08 0 dîtin
Îro 10. salvegera ' Komkujiya Êzidiyan' e

PeyamaKurd – DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir û bi hezaran jî dîl girt. Îro 10. salvegera Komkujiya Êzidiyan e ku lekeyek reş li dîrokê hişt.

10 sal di ser komkujiya Şengalê ya li dijî Kurdên Êzidî re derbas bûn.

Parlamentoya Kurdistanê roja 3ê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

Di salvegera Komkujiya Şengalê de ku Kurdên Êzidî jê re dibêjin “Fermana 73an” êşên Êzidiyan ji nû ve zindî dibin.

Her sal di 3ê Tebaxê de li Herêma Kurdistanê çalakiyên curbecur tên lidarxistin.

Rêxistina ku di bin navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam (DAIŞ) de li Sûriye û Iraqê derket holê, di Hezîrana 2014an de êrîşî bajarê Mûsilê kir û dagir kir û piştre di 3ê Tebaxê de Şengal kir hedef û komkujiyeke mezin pêk anî.

Di êrîşa hovane ya li ser navçe û derdora wê ku Kurdên Êzidî lê dijîn, bi sedan Kurdên Êzidî bi komî hatin qetilkirin û zêdetirî 6 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, dîl hatin girtin.

Bi sed hezaran Êzidiyên ku ji êrîşê rizgar bûn xwe spartin Çiyayê Şengalê, Herêma Kurdistanê û Rojava.

Bi hezaran ji wan hê jî li kampên Herêma Kurdistanê dijîn.

Piştî êrîşê ji bo rizgarkirina Şengalê ji dagirkeriyê têkoşînek mezin hate meşandin. Di 13ê Cotmeha 2015an de Şengal bi operasyoneke bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ji destê DAIŞê hat derxistin.

Di dîroka nêz de qetlîama herî hovane

Komkujiya DAIŞê ya Kurdên Êzidî li ber çavê hemû cîhanê û îşkenceya sîstematîk û destdirêjiya seksî ya li ser wan kesên ku dîl girtibûn bi “xenîmeta şer” weke tawaneke mezin a mirovî hate tomarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelek rêxistinên nehikûmî li ser astên curbicur kar dikin ku ev tawana vê dawiyê ya li dijî mirovahiyê wek “jenosîd” bê naskirin û hewl didin dengê Êzdiyan bighînin civaka navdewletî.

Di sala 2014ê de bi talîmata serokwezîrê wê demê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, “Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan” ku navenda wê li Duhokê ye, ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hat avakirin.

Di çarçoveya xebatên Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan de zêdetirî 3 hezar û 500 kes hatin rizgarkirin. Lê heta niha jî çarenivîsa gelek kesên hatine revandin ne diyar e.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2019an de roja 3ê Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

3 Tebax 2014: Komkujiya Êzidiyan li Şengalê

Herî kêm 5000 kes hatin qetilkirin

Tenê di du rojên destpêkê de 1293 kes hatin qetilkirin

1500 jinên Êzidî rastî êrîşên zayendî hatin

6500 jin û zarokên Êzidî dîl hatin girtin

400 hezar kesan koç kirin

2717 Kurdên Êzidî, 1273 jin û 1444 mêr hîn wenda ne.

Heta niha 1207 jin, 339 mêr û 2008 zarok hatine rizgarkirin

325 hezar û 197 koçberên Êzîdî hîn li Herêma Kurdistanê di kampan de dijîn

100 hezar Êzidî koçî welatên cuda yên cîhanê kirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide dengê Êzidiyan bigihîne civaka navdewletî û li ser asta curbicur hewl dide ku ev tawana li dijî mirovahiyê weke “jenosîd” were naskirin.