Navenda Metro ji bo jenosîdnasîna Komkujiya Êzidiyan spasiya Brîtanya kir

01 August 2023 19:52 0 dîtin
Navenda Metro ji bo jenosîdnasîna Komkujiya Êzidiyan spasiya Brîtanya kir

PeyamaKurd - Navenda Metro ya Parastina mafên rojnamevanan, pêşwazî li biryara hikûmeta Brîtanyayê ya li ser naskirina komkujiya Êzidiyan wek jenosîd kir û ragihand: “Naskirina vê jenosîdê ji bo Kurdên Êzidî girîngiyeke wê ya bê endaze heye.”

Hikûmeta Brîtanyayê, beriya 3yê Tebaxê 9emîn salvegera êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê, îro bi daxuyaniyekê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir.

Li ser vê biryarê Navenda Metro li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê ragihand ku ev biryareke îlhambexş e ji bo civaka navdewletî diyar kir, naskirina fermî ya wê jenosîda ku DAIŞê di sala 2014an de li dijî Kurdên Êzidî encam da, pabendbûna Brîtanyayê nîşan dide ji bo bilindiya dadperwerî û parastina mafên pêkhate û kemîneyan li seranserê cîhanê.

Herwiha hate gotin ku naskirina vê jenosîdê ji bo Kurdên Êzidî girîngiyeke wê ya bê endaze heye û wek çirayeke hêviyê ji bo hemû wan tê dîtin ku di bin destê dirindeyiya hêzên tundrew de êş û jan kişandine.

Metroyê daye xuyakirin, ew dirindeyiyên ku li hember civaka Êzidî hatine kirin, nehatine jibîrkirin û dilnewayî pêşkêşî rizgarbûyan û wan malbatan dikin ku di wê dema tarî û xemnak de ezîzên xwe ji dest dane.

Navenda Metro spasiya hikûmeta Brîtanyayê kir ku ev helwesta wêrek û rastgo girtine ber xwe.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî parlamentoya Almanya, Holanda û Belçîka tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kiribûn.