Navenda Rizgarkirina Êzidiyan: 3583 jin, mêr û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin

17 November 2024 13:34 0 dîtin
Navenda Rizgarkirina Êzidiyan: 3583 jin, mêr û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin

PeyamaKurd - Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên Revandî li Iraqê ragihand ku heta niha zêdetirî 3500 mêr, jin û zarokên êzîdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Berpirsê Nivîsgeha Rizgarkirina Êzidiyên revandî Husên Qaidî eşkere kir, wan kariye 3583 Êzîdîyan ji destpêka erkên xwe di Cotmeha 2014an de azad bikin.

Qaidî ji malpera El-Hurra re daye xuyakirin, agahî li ser hebûna revandiyên din li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hene û got, hejmara Êzîdiyên ku ji aliyê nivîsgeha DAIŞê ve hatine derixstin gihîşt 6417 kesan.

Hêjayî gotinê ye, di Tebaxa 2014an de, DAIŞê êrîşeke berfireh li ser herêma Şingalê pêk anî ku zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatibûn qetilkirin û revandin.

Heta niha 93 gorên komî ku tê texmînkirin termên qurbaniyên êzîdî tê de hene hatine tespît kirin ku 32 ji wan hîn li herêmên Şingal û Beaj in û nehatine vekirin.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî DAIŞê zêdetirî 200 gorên komî li pey xwe hiştine, ku dibe 12 hezar term di wan de hebin.