Li Hewlêrê ji bo zarokên xwedî pêwîstiya taybet navenda dev û diranan hat vekirin

06 October 2021 12:04 0 dîtin
Li Hewlêrê ji bo zarokên xwedî pêwîstiya taybet navenda dev û diranan hat vekirin

PeyamaKurd – Li Hewlêrê ji bo zarokên xwedî pêwîstiya taybet, beşa çareseriya giştî û dev û diran li navenda çareseriya siruştî Hêlîna hat vekirin.

Serperiştiyarê Navenda Hêlîna Dr. Hejên Telet Saman diyar kiriye, ji bo çareseriya zarokan, di merasîma vekirina beşa çareseriya giştî ya dev û diran ji bo zarokên xwedî pêwîstiyên taybet, niha li sînorê parêzgeha Hewlêrê 10 hezar zarok bi nexweşiyên felca mejî ketine û navenda Helîna jî ku hemû Kurdistan çavê xwe li wê dike, ji bo xizmetkirina zarokan kar dike. Pêwîstiya karmendên Helîna, bi berfirehkirina beşa çareseriya siruştî û dabînkirina çend amêrekî heye.

Dr. Hejên Telet Saman herwiha eşkere dike,  beşa çareseriya dev û diran li navenda Hêlîna erka dabînkirina derman û rawêjkarî û çareseriya wan zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet li xwe digire.