Li Hewlêrê alîkarî bo Hezar û 500 kesên xwedî pêwîstiyên taybet hat kirin

27 July 2020 17:42 0 dîtin
Li Hewlêrê alîkarî bo Hezar û 500 kesên xwedî pêwîstiyên taybet hat kirin

PeyamaKurd - Parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku alîkarî li ser hezar û 500 kesên xwedî pêwîstiyên taybet hatiye dabeş kirin.

Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî îro 27ê Tîrmehê li ser rûpela facebookê ragihand: “Îro bi amadebûna wezîra kar û barên civakî Kuwêstan Mihemed û cîgirê parêzgehê Hewlêrê Hêmin Qadir, bi merasîmekê gruba karê xêrxwaziya civakî ya alîkariya madî li ser hezar û 500 xwedî pêwîstiyên talasîma, otîzm, bejinkurt, kor, kerr û endamên civaka jin hate dabeş kirin.”

Cîgirê parêzgerê Hewlêrê di merasîmê de got: “Ew çîn layîqê xizmetên zêdetir in û tişta ji dest me bê em ê bo wan bikin.”