Îran: Tirkiye li welatê me xwedî cihekî taybet e

11 May 2024 15:03 0 dîtin
Îran: Tirkiye li welatê me xwedî cihekî taybet e

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Abdullahiyan diyar kir ku Tirkiye di siyaseta cîrantiyê ya Tehranê de xwedî cihekî taybet e, wî bal kişande ser wê yekê ku miletê Tirk di belavkirina şaristanî û çanda Îslamî û exlaq û nirxên însanî de xwedî cih û alîkariyeke girîng e.

Şanda Parlamentoya Tirkiyê bi serokatiya Serokê Koma Dostaniya navbera Parlamentoya Tirkiyê û Îranê û Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu, bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan re hevdîtin pêk anî û li ser pêwendî û hevkariya her du welatan gotûbêj kirin.

Li gorî nûçeya çapemeniya Îranê, Abdullahiyan ji ber hevdîtina ku bi nûnerên gelên esil û misilman ên Tirkiyeyê re kiriye kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Miletê Tirk di belavkirina şaristanî, çand û exlaqê Îslamê de xwedî cih û kedeke girîng e. Ew piştgiriya nirxên mirovahiyê didomînin û îro jî di têkoşîna gelê mezlûm ê Filistînê de rolek aktîf dilîzin."

Abdullahiyan bi taybet pêgeha Tirkiyê di siyaseta cîrantiyê ya Îranê de nirxand û rola Îran û Tirkiyê wek du welatên bi hêz wek kilîta pêkanîna aramiyê li navça rojavaya Asyayê wesif kir.

Abdullahiyan amaje bi hevkariyên nêzîk ên Îran û Tirkiyê di kirîza Xezzeyê de jî kir, biryara Tirkiyê ya qutkirina pêwendiyên ticarî bi Îsraîlê re wek tedbîreke bibandor û bi nirx da zanîn.