‘Tirkiye ji bo welatên Ereb ji Îranê xetertir e’

19 June 2020 20:47 0 dîtin
‘Tirkiye ji bo welatên Ereb ji Îranê xetertir e’

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê berê yê Yekîtiya Erebî Amr Mûsayê ji Misirê, bal kişand ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Başûrê Kurdistanê, Sûriye û Libyayê ku Tirkiye li gelek deveran bihevre di nav liv û tevgerên leşkerî de ye.

Amr Mûsa got, ‘Tirkiye bi Yekîtiya Ewropayê re xwedî berjewendiyên hevpar ên ketine nav hev e. Lê belê cihê stratejîk yê ku Tirkiye niha tê de disekine, ji bo welatên Ereb ji Îranê xetertir e.”

Rayedarê Misrî diyar kir, “Tirkiye hem bi Amerîka û NATOyê re hevalbenda stratejîk e hem jî bi Rûsyayê hevalbendiyeke stratejîk çêdike” û got, bi vî awayî jî li gelek deveran dikeve nav tevgera leşkerî û li ser welatên Ereb gefan çêdike.