Sah Ebdullah: Welatên erebî ji ber tevgerên Îranê xwe nêzî Îsraîlê dikin!
PeyamaKurd - Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem bal kişand ser ku hejmarek welatên erebî ji bo asayîkirina pêwendiyan xwe nêzîkî Îsraîlê dikin û sedema wê jî tevgerên Îranê yên li Rojhilata Navîn in.
Şah Ebdullah ji kanala Amerîkî CNNê re daye xuyakirin, ew dibîne ku hewlek di nava welatên erebî de heye ku dixwazin pêwendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî bikin.
Şah Ebdullah gotiye, ji ber tevgerên Îranê li Rojhilata Navîn welatên erebî hewl didin pêwendiyên wan bi Îsraîlê asayî bibin.
Hêjayî gotinê ye, Urdin weke duyem welatê erebî ye di sala 1994an de pêwendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî kiriye. Beriya wê jî Misirê di sala 1979an de pêwendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî kiribûn.
Di sala 2020an de bi çavdêriya Serokê Amerîkayê Donald Trump, welatên erebî yên weke Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexrîbê pêwendiyên xwe yên ligel Îsraîlê asayî kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin