'Amerîka ji Sûriye û Iraqê venakise, baregeha Hewlêrê xwedî girîngiyeke taybet e'

23 September 2020 14:55 0 dîtin
'Amerîka ji Sûriye û Iraqê venakise, baregeha Hewlêrê xwedî girîngiyeke taybet e'

PeyamaKurd - Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford di gotareke xwe de destnîşan kir, Amerîka bi tevahî ji Iraqê venakişe û ew baregeha leşkerî ya Amerîkayê ku li Hewlêrê ye xwedî girîngiyeke taybet e.

Robert Ford rapora Peymangeha RAND wek mînak nîşan da û diyar kir: “Vekişîna bi tevahî ya Amerîkayê ji Iraqê operasyonên leşkerî û cîbicîhkirina wan li Sûriyê zehmet dike.”

Ford bal kişand ser hevkariyên çend roj berê yên Amerîkayê ji bo Pêşmerge û binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Hewlêrê û got:

“Ew baregeha leşkerî ya Amerîkayê ku li Hewlêrê ye, xwedî girîngiyeke taybet e, ne rêkeftî jî Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller hefteya derbasbûyî serdana Hewlêrê kir û hevkariya serbazî bi bihayê 250 milyon dolar gihande Hêzên Pêşmerge, di demekê de pirsgirêkeke darayî ya mezin a Hewlêrê heye.”

Ford di beşeke din a gotara xwe de da zanîn: “Herdu wezaretên berevanî û derveyî yên Amerîkayê red dikin ku hêzên Amerîkayê ji bakurê rojhilatê Sûriyê vekişînin, ew jî ji bo guşarê bixin ser Sûriyê, bo Trump jî ne mişkile ye mana li Sûriyê, ji ber ti kuştî di rêza serbazan de nînin û xercî û butçeya mana hêzan jî kêm e.”

Robert Ford, armanca Amerîkayê li Sûriyê jî eşkere kir û got, guşara ser Esed û neçarkirina Îranê ya vekişîna ji Sûriyê ye.

Ford di dawiyê de got: “Washington hewl dide ji serkirdeyên Kurd ên Sûriyê re bibêje, hêzên wê di siberojê de heta wê dema rejîma Sûriyê dirûxe dimînin, ew jî peyameke cuda ye ligel wê ya li Washingtonê ji Amerîkiyan re tê gotin li ser dawîanîna li şerên Rojhilata Navîn.”