Li Iraqê bi roketan li baregeha Amerîkayê ya Anbarê xistin
PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Anbarê bi roketan li baregeha leşkerên Amerîkayê tê de dimînin ya bi navê Ayn el-Esad xistin. Di baregehê de leşkerên hêzên koalîsyona li hemberê DEAŞê dimînin. Berpirsiyariya êrîşê Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Iraqê girt ser xwe.
Li gor ragihandina ajansa Reutersê ku binkeya nûçeya xwe dibe ser çavkaniyên cîh, dengê teqînê ji baregehê hatiye.
Rêxistina navborî ya ku êrîşê kiriye ser baregehê, piştî Hamasê êrîşê bi ser Îsraîlê, li Iraqê derketiye ortê û vî navî li xwe daniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin