Li Iraqê bi dronê êrîs birin ser baregeha leskerî ya Amerîkayê
PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Anbarê bi dronê êrîş birin ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Ayn el-Esadê. Li gor ragihandina ajansa AFPê; bi 2 dronên sîlih barkirî êrîş birine ser baregehê, leşkerên Amerîka yek ji wan dronan xistiye û ya dinê bi sedema ariza teknîkî ew bi xwe ketiye dora baregehê.
Di êrîşê de ti zerara maddî û canî nebûye. Grûba ‘Berxwedana Îslamî ya Iraqê’ di ser hesabê xwe yê Telegramê de êrîşê girtiye terefê xwe.
Roja Çarşema borî, heman rêxistin bi dronê û roketan li heman baregehê xistibû. Di heman Çarşembê de li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li navça Herîrê êrîşê biribûn ser baregeha leşkerên Amerîkayê û êrîşê grûba bi navê ‘Operasyona Destekê ya Tofana Aqsa’yê girtibû ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin