Li Sûriyê bi dronên kamîkaze hewldana êrîsê bo baregeha Amerîkayê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şevê din, êrîşeke bi dronên kamîkaze bi ser baregeha Tenef a çoltera Hûmsê hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî, bi dronên nenas ên kamîkaze hewldana êrîşê li ser baregeha Amerîka ya Tenefê ya hevsînorên Sûriye-Urdinê hate kirin.
Hatiye diyarkirin ku dronên hewla êrîşê dane ji aliyê hêzên amerîkî ve hatine xistin û ti ziyanek çênebûye.
Hêjayî gotinê ye, Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê beriya niha gelek êrîş biribûn ser hêzên Amerîkayê, du roj berê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dê êrîşên wan ji nû ve dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin