UNICEF: Ji bo rizgarkirina pêseroja zarokên li Sûdanê çirûskek hêviyê maye

16 March 2024 15:06 0 dîtin
UNICEF: Ji bo rizgarkirina pêseroja zarokên li Sûdanê çirûskek hêviyê maye

PeyamaKurd – Nûnerê Sûdanê yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Mandeep O'Brien di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X da diyar kir ku "14 milyon zarok hewcedarê alîkariyên însanî ne û 4 milyon zarokên Sûdanî jî koçber bûne."

O'Brien diyar kir ku ji ber "şerê hovane" yê ku 11 meh in li Sûdanê dewam dike, bi milyonan kes bi birçîbûn û kêmxwariniyê re rû bi rû ne û wiha got: "Li Sûdanê çirûskeke hêviyê maye ji bo rizgarkirina paşeroja zarokan û nehiştina qurbaniyên girseyî. Niha pêdiviya me bi agirbestekê, çavkaniyên zêdetir û gihîştina bê asteng heye."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Sûdanê, ku li cîhanê doza "mezintirîn jicîhûwarkirinê" tê kirin û dibe ku "krîza birçîbûna herî mezin" a cîhanê rû bide. Di şer û pevçûnên navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paramîlîter de nêzî 14 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 mîlyon kes jî koçber bûn. Li gorî rapora herî dawî ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî di 5ê Sibata 2024an de, li welatê ku 19 milyon zarok ji ber şerê navxweyî nikarin biçin dibistanê û 25 milyon kes, ku bi qasî nîvê nifûsê ye, hewcedarê alîkariyê ne. Nêzîkî 18 mîlyon Sûdanî rastî bêewlehiya xwarinê ya akût de ne û 5 mîlyon ji wan li ber sînorê birçîbûnê ne.