UNICEFê ji bo zarokên Iraqê hisyarî da: Di bin metirsiya guhertina kesûhewayê de ne

12 May 2024 14:46 0 dîtin
UNICEFê ji bo zarokên Iraqê hisyarî da: Di bin metirsiya guhertina kesûhewayê de ne

PeyamaKurd – Rêxistina Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya dawî de hişyariya hişkesaliyê û bandorên wê li ser zarokan da.

Li gorî UNICEFê bandora hişkesaliyê li Iraqê pir zêde ye û hate diyakirin, ji %60ê nifûsa Iraqê, di bin 25 saliyê re ne û piraniya wan ji ber guherîna keşûhewayê di bin metirsiyê de ne.

Guhertina keşûhewayê ji bo Iraq û Iraqiyan, jêdera hejmarek nexweşî û karesatên mirovî ye û zarok qurbaniyên yekem in.

UNICEFê daye zanîn, Iraq yek ji wan pênc welatên cîhanê ye ku herî zêde ji guherîna keşûhewayê bandor bûye û ziyanên wê sal bi sal zêdetir dibin.

Li gorî rapora Rêxistina UNICEFê, derbarê ziyanên guherîna keşûhewayê û metirsiyên li ser zarok û ciwanan de, ji 163 welatên cîhanê, Iraq di rêza 61emîn a cîhanê de ye.

Hatiye bibîrxistin, ji %60ê xelkê Iraqê temenê wan di bin 25 saliyê re ne, ev jî tê wateya ku piraniya xelkê Iraqê di bin metirsiya van guhertinan de ne.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, her meh 20 heta 25 zarok bi nexweşiya penceşêrê dikevin, ji bilî tomarkirina bêhejmar a haletên navçûn, bêhntengiyê û hişkbûnê di nava zarokan de.

Kovara CEO Wild ya Amerîkî ragihandiye, rêjeya gaza karbondîoksîtê ji kargeh û parzûngehan ew qas zêde ye ku her kesekî Iraqî salane bi 4.9 ton karbondîoksîtê re rûbirû dibe.