UNICEF: Kirgizistanê 396 zarokên DASê ji Rojavayê Kurdistanê wergirt
PeyamaKurd - Rêxistina Alîkariya Zarokan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji destpêka sala 2019an û heta 19ê Tîrmeha 2024an, bi hevahengiya Wezareta Derve ya Kirgizîstanê, 396 zarokên malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê hatine vegerandin.
Hatiye diyarkirin ku UNICEF piştgirî xwe ya derûnî, tenduristî û darayî ji bo hemû zarokên ku ji Sûriyê û Iraqê têne vegerandin berdewam bike.
Herwiha hatiye gotin, ew kar bi hevkariya Wezareta Kar, Ewlehiya Civakî û Koçberiyê, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Perwerde û Zanistê ya welatan û bi piştgiriya aborî ya Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Amerîkayê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin