UNICEF: 850 hezar zarokên erdhejê ji derve mane...
PeyamaKurd – Li gorî amarên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji ber erdhejên 6ê Sibatê yên Mereş a Bakurê Kurdistanê, li Tirkiye û Sûriyê herî kêm 850 hezar zarok bê mal mane û pêdiviya 2 milyon û 500 hezar zarokan jî bi alîkariya bilez heye.
Balyozê Niyetpakî yê UNICEFê Cedi Osman ragihand: “Bi milyonan zarok, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Rêxistina UNICEFê li herêmê ye û alîkariyên serekî dabîn dike. Lê divê zêdetir kar bê kirin.”
UNICEFê eşkere kiriye ku ji ber erdheja meha borî, 850 hezar zarok bê mal û 2 milyon û 500 hezar zarok jî pêdiviya wan bi alîkariya bilez heye.
Li Sûriyê jî erdhejê zirar gihandiye 3 milyon û 700 hezar zarokan. Li Tirkiyê UNICEFê daxwaza 196 milyon dolar hevkarî kiriye û li Sûriyê jî daxwaza 172 milyon dolaran kiriye.
Li gorî UNICEFê, heta niha alîkarî bo zêdetirî 163 hezar zarokan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî alîkariya zêdetirî 130 hezar zarokan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin