Zarokên Efrînê li pêsiya navenda hêzên Rûsî xwepêsandanek li dar xistin

08 February 2021 10:32 0 dîtin
Zarokên Efrînê li pêsiya navenda hêzên Rûsî xwepêsandanek li dar xistin

PeyamaKurd – Li pêşiya navenda hêzên Rûsî ya li bajarokê Til Rifetê, zarokên Efrînê, yên li herêma Şehba aware bûne, xwepêşandanek li dar xistin.

Bi xwendina daxuyaniyek bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî, zarokan di xwepêşandanê de pankart û siloganên pêwîstiya parastina zarokan bilind kirin û pişt re nameyek radestî berpirsên navenda hêza Rûsî kirin.

Zarokan di daxuyanî û nameyê de, êrîşa Tirkiyê ya dijî Efrînê anîn ziman, ku ji ber wê êrîşê zarok tev malbatên wan ji gund û malên xwe dûr ketine, û li Şehba koçber bûne.

Herwiha zarokan bi bîr xist, dibistanên wan rastî topbaranê hatine û hevrêyên wan tê de bûne qurbanî, herwiha gelek zarokan dê û bavên xwe wenda kirin.

Zarokan nerazîbûna xwe ji bêdengiya Rûsî nîşan dan, ku li pêş çavên wan êrîş pêk tên û zarokên dibin qurbanî, herwiha mayin bi gelek zarokan teqiyane û aliyên laşê xwe wenda kirine.

Dîsa zarokan xwestin vegerin Efrînê û tevî mirovên bicivin û bê tirs û tengasî bi hevrêyên xwe re di aramiyê de bilîzin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi dehan zarokên Efrînî dema êrîşa Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê êrîşî Efrînê kiribûn, jiyana xwe ji dest dabûn yan birîndar bûbûn, ku hin ji wan bûne astengber, herwiha li Şehba jî zarok çend caran bûn armanca topbaranê.