HSD: DAISê 700 zarokên DAISî ji xwe re kiribûn mertal û ev jî asteng bû li pêsiya hêzên me
PeyamaKurd – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê, li ser astengiyên li pêşiya hêzên wan da ku pêşiyê li çekdarên DAIŞê bigrin û operasyonên wan bi lez pêk werin daxuyaniyek da û diyar kir, çekdarên DAIŞê 700 zarokên DAIŞî ji xwe re kiribûn mertal û ev jî asteng bû li pêşiya hêzên me.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere dike: “Astenga mezin li pêşiya pêşveçûnên hêzên me ew bû ku çekdarên DAIŞê 700 zarokên DAIŞî ku di navendên perwerdê yên rehabîlekirinê de hatibûn ragirtin, wekî mertal ji xwe re bi kar dianîn bû.
Hêzên Sûriya Demoqratîk herwiha DAIŞê ji gihandina her zerarekê van zarokan, berpirsiyar dibîne. HSDê bang li Netewên Yekbûyî û Xaça Sor a Navdewletî dike ku destwerdanê bikin da ku mudaxele bikin û rê nedin ku DAIŞ van zarokan di warê leşkerî de bi kar bîne..”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin