Hêzên Sûriyê pistî Efrînê derbasî navçeya Mabeta jî bûn

07 February 2025 20:01 0 dîtin
Hêzên Sûriyê pistî Efrînê derbasî navçeya Mabeta jî bûn

PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûrîyê piştî ku pêr derbasî navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bûn, îro 7ê Sibatê jî derbasî navçeya Mabeta ya Efrînê bûn ku ji sala 2018an di bin kontrola komên çekdar de bû.

Hate ragihandin ku karwaneke hêzên Ewlekariya Giştî ya Sûrî derbasî navçeya Mabeta bûn û bi xelkê navçeyê re civiyan.

Hêjayî gotinê ye, ew hêz piştî girtina 27 welatiyên Kurd ji aliyê koma Emşat û berdana wan piştî destwerdana hikûmeta Sûriyê derbasî Mabetayê bûn.

6ê Sibatê jî Hêzên Ewlekariya Giştî ji bajarê Helebê derbasî Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bûn da ku herêmê ji destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê yên di bin sîwana Artêşa Niştîmanî de cî digrin werbigrin.

Di dîmenên belav bûne de xuya dike ku bi dehan welatiyên Efrînê bi bilindkirina alên Kurdistanê û Sûriyê pêşwazî li wan hêzan dikin.