Yekem car zirîposên hêzên Amerîkî derbasî herêmên artêsa Sûriyê bûn

09 December 2021 13:39 0 dîtin
Yekem car zirîposên hêzên Amerîkî derbasî herêmên artêsa Sûriyê bûn

PeyamaKurd – Yekem car zirîpoşên hêzên Amerîkî li Dêrezorê gihîştin navçeyên hikûmeta Sûriyê.

Li gor zanyariyan, karwaneke hêzên Amerîkî û hêzên Hevpeymanan, bi zirîpoşên leşkerî derbasî navçeyên gundewarê rojavayê Dêrezorê bûn, ku di bin destê artêşa Sûrî û hêzên ser bi Îranê de ne.

Ev yek di çarçoveya manorên leşkerî de ye, li nêzîkî bajarokê (Bîr Hisyan), li rojavayê Çemê Ferat, ku li aliyê rojhilatê Dêrezorê jî, HSDê di wan manoran de beşdar e.

Çekên ku di wan manran de hatine bikaranîn, ji zirîpoşên leşkerî, moşekên Taw û Mîlano pêk tên.