SANA: Hêzên artêsa Sûrî nehistin dewriyeya hêzên Amerîkî derbasî Til Temirê bibe

26 December 2021 23:33 0 dîtin
SANA: Hêzên artêsa Sûrî nehistin dewriyeya hêzên Amerîkî derbasî Til Temirê bibe

PeyamaKurd - Artêşa rejîma Sûriyê rêgirî dewriyeke hêzên Amerîkî yên derbasî gundekî bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê dibû kir û neçar kir hêzên Amerîkî vegerin.

Ajansa fermî ya bi ser rejîma Sûriyê ve (SANA) ragihandiye ku îro Yekşemê hêzên Artêşa Sûriyê li nêzîkî gundê Mezreaet El-Şiwêş yê Til Temirê rê nedaye hêzên Amerîkayê derbas bibin.

Ajansê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku ew karwana hêzên Amerîkî ji 4 wesayîtên zirxî pêk dihat û dixwest derbasî gundê Mezreaet El-Şiwêş bibe, lê hêzên Amerîkî neçar mane vegerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e hêzên rejîma Sûriyê û beşek ji erebên li herêmê rêgiriyê li dewriyeyên hêzên Amerîkî dikin.

Dewriyeya hêzên Amerîkî ya li Til Temirê jî di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê ligel komên çekdarên girêdayî xwe êrîşên li ser wê herêmê û Zirganê zêde kirine pêk hat ku ew dewriye ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat astengkirin.