Milîsên îranî û hêzên artêsa sûrî bi hev ketin: 9 leskerên rejîmê hatin revandin

05 April 2021 16:34 0 dîtin
Milîsên îranî û hêzên artêsa sûrî bi hev ketin: 9 leskerên rejîmê hatin revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Sayidah Zaineb a Sûriyê, di navbera milîsên çekdar ên bi ser Îranê ve û hêzên rejîma Sûrî de şer rû daye ku 3 roj in pevçûn di navbera aliyan de çêdibin.

Li gorî zanyariyên PeyamaKurd ji çavkaniyên herêmê bi dest xistine, pevçûnên milîsên îranî û hêzên rejîmê li devera Sayidah Zaineb a nêzîkî Şamê rû didin ku aloziyeke zêde di navbera wan de çêbûye.

Çavkaniyan îdia kiriye ku di pevçûnên herdu aliyan de, teqînên mezin jî çêbûne ku dengê wê hatiye bihîstin.

Herwiha di pevçûnên ku tê îdiakirin li nêzîkî Şamê rû didin de, tê gotin ku 9 leşkerên Sûrî yên ji Tumena 4an winda ne û hat îdiakirin ji aliyê milîsên îranî ve ew hatine revandin.

Revandina 9 endamên artêşa Sûriyê ji aliyê saziyên medya fermî ya Sûriyê ve jî hatiye piştrastkirin.

Li gorî zanyariyan piştî helwesta Rûsyayê ya dijî milîsên îranî ku serweriya xwe zêde dikin li Sûriyê, milîsên bi ser Îranê ve jî ketine tevgerê.