Milîsên Îranî ji bo jinên Sûrî navendên propagandayê vekirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku milîsên îranî yên li Sûriyê, ji bo jinên Sûrî navendên propagandayê vekirine û wan perwerde dikin.
Li gorî nûçeya SOHRê milîsên şîe yên îranî ku li Sûriyê piştevaniya rejîma Esed dikin, navendên propagandayê ji bo jinan vekirine.
Hatiye diyarkirin ku milîsên îranî li herêma Elbukemalê perwerdehiyê didin jin û zarokan û propagandaya îranê dikin.
SOHRê diyar kiriye bi vî awayê bi navê çand û tenduristiyê di navendên hatine avakirin de, perwerdeya çanda Îranê didin jin û zarokan daku belav bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin