SANA: Artêsa Sûrî 5 balafirên bêpîlot ruxandin
PeyamaKurd - Ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê ragihand ku hêzên wan bersiva êrîşên bi 5 balafirên keşfê yên bêpîlot li ser parzûngeha Humis a Sûriyê dane.
SANAyê di nûçeya xwe de got: "Artêşa Sûriyê 5 balafirên keşfê ku dixwestin parzûngeha Humisê bikin hedef, rûxandin."
Ev demek e rayedarên Rûsî radigihînin ku baregeha Rûsyayê ya Himemîm jî di nav de bi rêya balafirên keşfê dibin hedef. Rûsya dibêje, komên terorîst ên Idlibê êrîşan dikin û Tirkiye jî vê red dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin