Hêzên Amerîkî yên ji Iraqê vekisiyan derbasî Hewlêrê bûn
PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê yên ku bingeha serbazî ya Geyara vekişiyan û sebazgeha xwe radestî Iraqê kirin û hatin Hewlêrê.
Hevpeymanîya Nêvdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, îro Pêncşemê baregeha serbazî ya Geyare ku dikeve sînorê parêzgeha Neynewa radestî hêzên ewlekarîya Iraqê kir.
Di merasîma radestkirinê de, fermandarên serbazî yên Iraq û Amerîkayê amade bûn û bi fermî proseya radestkirinê hate bicihanîn.
Ev hefyeteyeke hêzên Amerîkayê li baregeha serbazî ya Geyare kelûpelên xwe kom kirine û rojane bi karwanên serbazî berê xwe didin Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin