Hêzên Amerîkî nehistin hêzên Rûsî derbasî deriyê Sêmalka bibin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, hêzeke Amerîkî rê li berd dewriyeyeke Rûsî girt ku dixwest biçe Deriyê Sînorî yê Sêmalka û nehişt derbas bibe.
Hat ragihandin ku bûyer roja Sêşemê 25ê Tebaxê rû daye û dema ku 3 wesayitên serbazî yên Rûsyayê dixwestin ji Qamişlo biçin Deriyê Sêmalka yê Sînorî, hêzeke Amerîkî ku ji 4 wesayitên zirxî pêk dihat, rêgirî li dewriyeya Rûsî kir û nehişt derbas bibin.
Çavkaniylên xwecihî diyar kirine ku hêzên Amerîkî li nêzîk bajarokê Tirbespiyê ew dewriyeya Rûsî ragirtine û neçar kirine ku vegere binkeya xwe ya li bajarê Qamişlo.
Hêjayî gotinê ye, ev gelek car çêdibin ku li nav herêmên di bin kontrola HSDê de, hêzên Amerîkî û Rûsî têne beramber hev û rêgiriyê li hev dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin