Ji ber hêza Amerîkî di navbera hêzên Rûsî û HSDê de alozî derket

23 September 2020 13:29 0 dîtin
Ji ber hêza Amerîkî di navbera hêzên Rûsî û HSDê de alozî derket

PeyamaKurd – Ji ber hêza Amerîkî ya li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên Rûsî û HSDê de alozî derket.

Li gor çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, do dema hêzeke Amerîkî gihîşt bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, alozî di navbera HSD û serbazên Rûsî de derket.

Çavkaniyan da zanîn, dema hêza Amerîkî gihîşt Til Temir, serbazên Rûs daxwaz ji HSDê kirin, da ku pêşiya wan bigirin û nehêlin li wir bigerin, lê HSDê guh neda wan, ji ber wê jî alozî derket.

Herwiha hat diyarkirin, hêzên Rûsî gef xwarine û gotine, eger carek din hêzên Amerîkî li wê deverê bigerin, em ê ji wir vekişin.

Di çarçoveya rêkeftina Rûsya û Tirkiyê de, hêzên Rûsî li deverên Rojavayê Kurdistanê yên li ser sînorên Tirkiyê, geştên serbazî dikin da ku nehêlin di navbera hêzên Tirkiyê û HSDê de şer derkeve.